Ronahî TV fîlma koçberî li Kobanê pêşand

Ronahî Tv kêleka karê ragihandinê yê sînemayê re jî radibe.
Ronahî TV fîlma “Koçberî” li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê pêşand.
Her wiha li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo jî Fîlima “Dema Dirîreşkan” bi amadebûna bi dehan şêniyên Qamişlo hate pêşandan.

Eleqeyek mezin ji bo temaşekirina filmê hate nîşandan û gelek kesî film temaşekir.

Çîroka fîlmê girêdayî şerê taybet a ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên herêmê dimeşîne da ku koçber bibin û herêm vala bibe.

Her wiha film balê dikişîne ser xetereyên koçberiya nerewa û karesatên di encamê de bi civakan pêk tên.

Beriya pêşandana fîlmê, rojnamevan û endama Komîteya Amadekar a fîlmê Dîcle Ehmed axivî ..

Dîcle Ehmed diyar kir ku koçberiya ciwanan, yek ji xetereyên herî mezin li ser civakan e bi taybet li Rojava ku şoreşeke dîrokê lê li dar e.

Her wiha teqezî pê kir ku divê civak li heber planên planên dagirkeran şiyar bin.

Piştî pêşandana fîlmê, endamê Rêveberiya Meclisa Yekitiya Ragihandina Azad a Herêma Cizîrê Şivan Mesê bi navê yekitiyê, nivîskarê senaryoya fîlmê rojnamevan Nîhad Karo, kameravanê filmê Ehmed Şikrî, montajê fîlmê Mihemed Mistefa, listîvanê sereke yê fîlmê Ehmed Maşîd, awazvan û hunermend strana filmê Hisên Xanî xelat kir.

Fîlima dema dirîreşkan li Qamişlo hate pêşandan

Doh êvarê di saet 19’an de jî li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo Fîlima “Dema Dirîreşkan” hate pêşandan

Ev fîlma ji pirtûka Murad Turk ku şoreşgereke û ev 30 sal digirtîgehê de ye, hatiye nivîsandin û derhênêriya wî Haşim Aydemîr kiriye.

Ev fîlm çîroka gerîlayekî Tevgera Azadiyê ku di sala 1995’an de li herêma Çewlîgê li çiyayê Çavreş hatiye jiyankirin.

Film qala berxwedana şervanekê ku 30 salî ye bi felsefeya ” hirkayek û loqekî nan ” ve jiyaye, bi birîndariya xwe bi rojan dimeşe mîna dewrêşekî ku pêşengiya gelê xwe dike

Eleqeyek mezin ji bo filmê hate nîşandan.

Back to top button