Aram Hena: Dagirkeriya Tirk şenî, dêr û pîroziyên olî dike hedef

Berdevkê QSD’ê Aram Hena li ser malpera hêzê ya fermî daxwiyaniyek da ..
Aram Hena diyar kir ku topên dewleta Tirk li ser jiyana şêniyan xetere ne û got :
“Ev êriş zirarên mezin digihînin mal û milkên wan û cihên giştî. 

Aram Hena li dijî êrişên li ser herêmê li ser malpera fermî ya hêzê ya daxuyaniyek weşand..

Di daxwiyaniyek de hat gotin :

“Ev du roj in dewleta Tirk gundê Til Tewîl ê asûr ya tijî şênî bi dijwarî topbaran dike.

Ev yek jiyana şêniyan dixe xetereyê.

Zirarên mezin digihînin mal û milkên wan û cihên giştî.

Dewleta Tirk bi topbarana xwe dêr û pîroziyên olî dike hedef.

Di çend mehên dawî de ji ber topbaranê dêra Mar Sawa yê li gundê Til Tewîlê zirar dîtiye.

Meclisa Leşkerî ya Suryan li rex Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, hemû tedbîrên xweparastinê yên pêwîst digirin ..”

Di daxwiyaniyê de hat tekez kirin ku Hêzên me li gorî rêgeza parastina rewa bersiva jêderên êrişan didin.

Back to top button