Êrişên Israîlê.. Li nêzî balafirgeha Helebê dengê teqînan hat bihîstin

Duh êvarê dengê teqînan li nêzî Balafirgeha Leşkerî ya Nêrebê û Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ye hat bihîstin . Tê gotin teqîn di encama êrişa Îsraîlê de ye.

Ji sala 2019 ve ev cara duyemîne ku Îsraîlê êrişî Helebê dike..

Şahidan diyar kir ku duman ji depoyên li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê bilind dibin.

Li aliyekî din Kanala 13 a Îsraîlê, ragihand ku Îsraîlê êriş li dijî Heleb û Laziqiye pêk anîne.

Ragihandina Hikûmeta Şamê jî raghand ku Îsraîlê li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê êrişek pêk aniye ..

Di encamê de Balafirgeh ji xizmetê derketiye ..

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan beriya 6 rojan ragihand ku Israîl bi 4 mûşekan êrişî balafirgeha navdewletî yê Helebê kir.

Back to top button