Amerîka banga hestiyariyê li Enqere û Atîna kir

Gefên Erdogan yên bo Yewnanîstanê ku dibêje “di şevekê de emê ji nişka ve werin” rastî bertekên Ewropa û Amerîka hat.
Di demekî ku Komara Çekya ya serokatiya demkî ya YE dike bertek nîşan dan de, Waşîngtonê banga hestiyariyê kir.

Ev gotin û gefên şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li nava Ewropa û Amerîka rastî bertekan hat.

Di daxuyaniyeke nivîskî de ji Dengê Amerîka re,

Wezareta Karê Derve ya Amerîka li ser mijarê bi nivisîkî bersiva pirsên Dengê Amerîka da.

Wezaretê got:

“Serwerîya Yewnanîstanê ya li ser van giravan nayê pirsîn.

Divê rêz li serwerî û yekparçebûna axa hemû welatan bê girtin.”

Wezareta Karê Derve ya Amerîka bang li hemû alîyan kir ku xwe ji axaftin û kiryarên ku dikarin aloziyê zêdetir bike, dûr bixin û ev tişt anî ziman:

“Di demekê de ku Rûsya dewleteke Ewropî ya serwer ji nûve dagîr dike, daxuyaniyên ku dikarin aloziyê di navbera hevpeymanên NATOyê de zêde bikin, bêkêr in.”

Wezaretê careke din banga çareseriya bi rêya diyalogan li aliyan kir.

Ev mijar di rojeva Wezareta Parastin Pentegonê de bû.

Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick Ryder got,

“Tiştê ku ez dikarim ji we re bêjim ev e ku Wezîr Austin di dema borî de bi her du hempîşeyên xwe yê Tirkiye û Yewnanîstanê re hevdîtin pêk aniye. Di wan hevdîtinan de teqezî li ser dewamiya hewlên ji bo kêmkirina aloziya li Ege ya bi rêya diyaloga çêker, kiriye.”

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis jî diyar kir ku helwesta Tirkiyê ya li ser serweriya wan ya li ser giravan dipirse, pûç e.

Erdogan di daxuyaniya xwe ya 3’ê Îlonê de bi awayekî eşkere gef li Yewananîstanê xwaribû.

Erdogan gotibû;

“Dagirkirina giravan û tiştekî din ne berpirsiyariya me ye.

“Îzmirê ji bîr nekin.”

Li dijî gefên Erdogan, bertekek din ji Serokê Demkî yê YE Komara Çekya hat.

Komara Çekya ragihand ku axaftinên Erdogan bi ti awayî nayên pejirandin.

Ev daxuyanî ji aliyê Enqerê ve rastî bertekan hatibû.

Erdogan doh yê dest bi gera xwe ya li Ewropa kirî, vê carê hewil da gefên xwe bide jibîrkirin û got;

Yewnan kêmekê hatiye ser rêya rast.

Bi gotineke din, gotinên Erdogan yên nîjadperestî di dema serdana Ewropa de, vediguherin daxwazan.

Back to top button