Serokwezîr Truss kabîneya xwe eşkere kir

Wezîra Karê Derve ya Îngilistanê Liz Truss ya çavê xwe berdayî kursiyê Serokwezîrtiyê dawiyê gihişt armanca xwe.
Truss piştî ku bi erêkirina Qralîçe Elîzabeta II. vê carê dest bi diyarkirina kabîneya xwe kir.
Truss soza pêşxistin û xurtkirina binesaziya welat da.

Wezîra Karên Derve Liz Truss ku li Îngilîstanê weke seroka nû ya Partiya Muhafazakar a desthilatdar hate hilbijartin, doh ji aliyê Qralîçe Elizabeth 2’yemîn ve weke serokwezîr hate erkdarkirin.

Piştî vê yekê çav vegeriyan li ser kabîneya Truss ku wê eşkere bike.

Liz Truss piştî Margaret Thatcher û Theresa May bû sêyemîn serokwezîra jin a Brîtanyayê.

Truss ya dest bi eşkerekirina kabîneya xwe kirî, ragihand ku Therese Coffey wezîra nû ya tenduristiyê û di heman demê de, cîgira serokwezîr e.

Kwasi Kwarteng, ku di dema Boris Johnson de Wezîrê Karsaziyê yê Dewletê bû, di heman demê de bû wezîrê nû yê darayî.

Wekî ku dihat çaverê kirin James Cleverly wek Wezîrê Derve di kabîneya nû hate destnîşankirin.

Suella Breverman, ku di pêşbaziya serokwezîrtiyê de li dijî Liz Truss bû, bû Wezîra Karê Hundirîn.

Ben Wallace jî wê wekî Wezîrê Parastinê dewam bike.

Brandon Lewis Dozgerê Giştî yê nû ye.

Di axaftina xwe ya piştî gehiştina Ofîsa Serokwezîrtiyê de, Truss got;

Ji bo Brîtanya rûmete ku di demekî girîng de berpirsyariyê bigrim.

Dem hatiye ku bi tiştên ku welat paşde dihêlin re mijûl bibin.

Truss soza xurtkirina berhem û binesaziya welat da.

Truss di nav plansaziyên xwe yên pêşîn de destnîşan kir ku bi kêmkirina bacê re aboriyê teşwîq bike, li dijî qeyrana enerjiyê tedbîrên kurt û demdirêj bigire û pêwistiyên Karûbarê Tenduristiya Neteweyî (NHS) peyda bike.

Wezîra Karê Hundir Priti Patel û Wezîra Çandê Nadine Dorries beriya ku kabîneya nû were eşkerekirin îstifa kiribûn.

Boris Johnson: Ji min heta vir

Boris Johnson yê cara dawî bi erkê serokwezîrtiyê axaftina xwe kirî wiha got:

Hey gel, ji min heta vir.

Back to top button