Tecrîda li Îmraliyê roj bi roj giran dibe û agahî ji Rêber Apo nayê girtin

Rêber APO 23’ê sale li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdekî giran de ye. Nêzîkî 18 meh in jî ti agahî jê nayê girtin. Ji parêzerên Rêber APO Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Tirkiye ji bo ku biryarên DMME’yê ya ‘Mafê Hêviyê’ pêk neyne, tecrîdê girantir dike. Bîlmez got, “divê Tirkiye biryarên DMME’yê bi cih bîne, ‘Mafê Hêviyê’ pêk bîne.”

Dewleta Tirk ya dagirker tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêber Apo roj bi roj giran dike û nêzî 18 meh in ti agahî jê nayê girtin.

Parêzerê Rêber APO Îbrahîm Bîlmez derbarê tecrîda li Îmraliyê, qedexeya hevdîtina bi malbatê û parêzeran re û ‘mafê hêviyê’ ji ANF’ê re axivî.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez: 18 meh in em nikarin agahiyê ji Îmraliyê bigirin

“Ev ceza hem ji bo astengkirina hevdîtina bi malbatê re tê bikaranîn hem jî ji bo astengkirina ‘mafê hêviyê’ weke amurekê tê amadekirin.

Biryarên dadgeriya înfazê ku hevdîtina bi parêzeran re jî asteng dike, ne qanûniye û ev kiryaran bi ti awayî rewa nîne.

18 meh derbas bûye ku em nikarin bi ti awayî agahiyê ji muwekîlên xwe yên li Îmraliyê bigirin. Mînaka vê li dinê nehatiye dîtin.”

Îbrahîm Bîlmez: Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê berxwedaneke bê hempa dike

“Birêz Abdullah Ocalan 23 sale ku bênavber li dijî vê sîstemê têdikoşe û vê têkoşîna xwe jî li Îmraliyê di nava şert û mercên giran de dewam dike.

Pêwîste civaka demokratîk vê bibîne û li gorî vê jî têkoşîna xwe xurt bike.”

Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) dewlet nikarin cezayê girtîgehê yê girankirî li mirovekî bibirin û got:

Îbrahîm Bîlmez: Ger Tirkiye bîryara DMME bi cih neyne dibe ku ceza lê were birîn

“Tişta DMME dixwaze ew e ku piştî demeke girtinê yanî herî zêde 20 sal divê ev ceza ji nû ve bê nirxandin û piştî wê li gorî rewşa wê ji nû ve biryar li ser were girtin.”

Îbrahîm Bîlmez di dawî de diyar kir ku Tirkiye mecbûre di mijara îmraliyê de gavan bavêje û wiha got:

“Eger Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih neyne dibe ku Konseya Ewropayê pêkanînan lê ferz bike û Tirkiyeyê bi temamî li derveyî Konseya Ewropayê bihêle.

Bi vê yekê re wê Tirkiye ji her alî ve bi qirîzekê re rû bi rû bimîne.”

Back to top button