HPG’ê derbarê êrişa li Xelîfanê daxuyanî da

HPG’ê derbarê êrişa li Xefînê ya li dijî koma gerîla ku 5’ê Îlonê pêk hat, daxuyaniyek da. HPG’ê diyar kir li Geliyê Balîsanê li dijî komeke gerîla y ji 5 kesan êriş pêk hat, di encamê de 3 gerîla şehîd bûn, 2 gerîla jî bi birîndarîî ketin destê hêzên PDK’ê. HPG’ê xwest PDK gerîlayên birîndar radest bike û xwest buyer bê ronî kirin.

Hêzên PDK’ê 5’ê Îlonê li Geliyê Balîsan yê bi ser herêma Xelîfanê êrişî komeke gerîla kirin ku dixwestin derbasî herêmeke din bibin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişê de daxuyaniyek da.

HPG’ê derbarê êrişê de ev agahî parve kir;

“5’ê Îlonê di saetên êvarê de komeke gerîlyên me ku hejmara wan 5 kes bûn dema dixwestin derbasî qadeke din bibin li nêzî gundê Tarava ya li Geliyê Balîsan bûn hedefa êrişên balafirên bê mirov.

Di vê komê de hevrêyên me Rêzan Botan, Armanc Zîlan, Karo Kobanê, Aşîkar Colemêrg û Zanyar Tavê hebûn. Li gorî agahiyên gihiştin destê me di encama vê êrişê de 3 hevalên me şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne. Piştî êrişê hêzên PDK’ê yekser destwerdan li buyerê kirine û hevalên me yên birîndar girtine û birine. Me hê zelal nekiriye bê ka kîjan hevalên me yên di vê komê de şehîd û kîjan birîndar in.”

HPG’ê: Divê PDK gerîlayên birîndar vegerîne û buyer bê zelal kirin

HPG’ê diyar kir ev qada ku qadeke şerê germ nîne û di saetên şevê de bombebarankirina komeke gerîla ji aliyê balafira bê mirov de nîşan dide ku koma gerîla ji aliyê sîstemeke îstixbaratê ya rêxistinkirî de hatine şopandin û wiha dawî kir;

“Dema ku hêzên PDK’ê tên qadê dengê çekan ji aliyê xelkê gund ve tê bihîstin. Ev yek jî rewşeke ku balê dikişîne. Eşkere ye ku divê ev buyer bê lêkolînkirin û zelalkirin. Di vê mijarê de hevrêyên me yên ku birîndar bûne agahiyên ku bidin ji bo zelalkirina vê buyerê wê girîng be. Ji ber vê jî em li bendê ku PDK hevalên me yên birîndar tavilê li me vegerîne.”

Back to top button