DAGIRKERIYA TIRK XANIYÊN EFRÎNIYAN VEDIGUHEZÎNE BAREGEHÊN LEŞKERÎ

Rêbazên dûrî mirovahiyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xelkê Efrînê tên meşandin, bê navber didome. Herî dawî jî, dagirkeriya Tirk biryar da ku çeteyên ji Idlib û Hemayê direvin, li Efrînê bi cih bikin. Ji bona ku ev pêk were jî, êdî Efrîniyan ji xaniyên wan derdixînin. Li aliyê din, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dîsa gundên Şehba û Efrînê bi tank û topan topbaran kir.

Tevî ewqas binpêkirin û koçkirin, hêza dagirker, xaniyên Efrîniyan tevî mal û milkên wan li çeteyên xwe belav dike.

Vê dawiyê jî, ji ber gurbûna şer li Idlib û Hemayê, bi hezaran çete û malbatên wan derbasî Efrînê bûn.

Dewleta dagirker jî, biryar da ku wan çeteyan li Efrînê bi cih bike.

Kurdên Efrînê li hember vê yekê nerazîbûn nîşan dan, lê hema dewleta dagirker ev hişyarî da xelkên Efrînê:

“Eger hûn biryarê pêk neynin, hûn ê ji xaniyên xwe û ji Efrînê derkevin.”

Hat zanîn ku ev biryar li navçeyên Şera, Bilbilê, Mabeta û navenda bajêr pêkan e.

Ji xwe dagirkeriya Tirk dest bi pêkanîna biryara xwe kiriye.

4 Tîrmehê welatiyê bi navê Ebû Mistefa Şemo yê ji gundê Kibêşînê yê Şêrewa, ji xaniyê xwe hat derxistin.

Hêzên dagirkeriyê û çeteyên wê, nehiştin Şemo tiştên xaniyê xwe jî derxîne.

Bêtirî wê, çeteyan gefa kuştinê li Şemo xwar, eger vegere xaniyê xwe.

DAGIRKERIYA TIRK GUNDÊN ŞEHBA Û EFRÎNÊ BI ÇEKÊN GIRAN TOPBARAN KIR

Sibeha îroj jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Simoqa, Til Medîq û Um Hoş ên Şehbayê topbaran kirin.

Li gorî nûçeghanên me, topbarana herî dijwar li ser gundê Um Hoşê bû.

ÇETEYAN GORISTANA GUNDÊ GOBELEKA YÊ ŞERA RÛXAND

Ji bilî revandina zindiyan, mirî jî ji destê çeteyan nafiltin.

Çeteyan goristana gundê Gobeleka yê Şera rûxand.

Li gundê Hesîrkê yê Cindirêsê jî, şêniyê bi navê Mihemed Zekî Xelîl ji aliyê çeteyên Ehrar Eş-Şerqiyê ve hat êşkencekirin.

Her wiha çeteyan pere, pez û motorsîkleta wî jî dizîn.

Leave a Reply

Back to top button