Tevgera Azadî têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û êrişên li dijî gerîla daxuyanî da. Tevgera Azadî got ku PDK’ê dixwaze şerekî navxweyî derxe, û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re weke xiyaneteke mezin a neteweyî bi nav kir.
Di daxuyaniya Tevgera Azadî de wiha hate gotin: PDK ev çend car in li ber çavê her kesê rasterast tevlî şerê li dijî gerîlayên azadiyê dibe.
Ev kar xiyanetek mezin a neteweyî ye.
Armanc jê ku careke din şerê nava kurdan pêk were ku ev yek jî li gorî daxwaza dagirkeran e.
Em li dijî xwînrijandina Kurdan a bi destê Kurdan in.
Şehîdkirina bi dehan zarokên Kurd bi destê Kurdan, li Xelîfan û çend caran danîna kemînan li derdorê sûceke ku tu hîncetên wê nîn e.
Her wiha bi kepçe û bûldozeran li çiyayên Kurdistanê ji bo karê leşkerî û dagirkeriya Tirk hêsan bike rê çêdike.
Em bang li hemû gelê Kurd û herkesî dikinku li ber sûc û hevkariya PDK’ê rabin.