Hêzên operasyonê çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribû girtin

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê û Hêzên Koalisyonê di 25`ê Tebaxê de li Kampa Holê dest pê kirin di roja 14’an de dewam kir. Hêzên Asayîşê, çeteyekî DAIŞ’ê ku cilên jinan li xwe kiribûn, girtin. Hêzên Asayişê ragihand ku duh jî 25 endamên şaneyên DAIŞê li kampê hatine girtin.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê û Hêzên Koalisyonê di 25`ê Tebaxê de li Kampa Holê dest pê kirin di roja 14’an de dewam kir..

Hêzên operasyonê saet 05:00’an ê berbangê dest bi lêgerînê kirin.

Di lêgerînê de, çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribû û dixwast bireve, ji aliyê Hêzên Asayişê ve hat girtin..

Navenda Ragihandinê ya Asayîşê li ser mijarê daxuyaniyek da û got:

“Hêzên me di operasyona lêgerînê ya li kampa Holê de, endamekî şaneyên DAIŞ’ê ku cilên jinan li xwe kiribûn, li kampa Holê girt.

Her wiha li nêzî cihê girtina wî terorîstî çekeke AK-47 hate desteser kirin.”

Di roja 13’an a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de 25 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin

Back to top button