Dagirkeran gundên Til Temir û Şehbayê topbaran kirin

Êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Dagirkeran bi çekên giran gundên Til Temir û Şehbayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî nîvro bi çekên giran gundên Til Şenan û Eboş yên aşûrî, Micêrbe, Derdare Til Tewîl, Til Cuma û Cêlka yên navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Di toparanê de stasyona kehrebê ya navçeyê jî hate hedefgirtin.

Di encamê de stasyona Kehrebeyê ji xizmetê derket û kehrebe li ser navçeya Til Temir û gundên wê qut bû.

Her wiha vê êvarê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Elî yê navçeya Til Temirê û daristana gundê Soxanekê ya navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî jî topbaran kirin.

Back to top button