Xebatên 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê li Tûnisê dewam dikin.

Li Tûnisê xebatên 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê dewam dikin. Jinan di Konfransê de zanista jinê “jineolojî” û rola jinên Kurd a di azadiya jin û civakê de û rewşa jinê di qadên şer niqaş kirin.

Jinan atolyeyên zanista jinê “Jineolojî” û rola jinên Kurd di azadiya jin û civakê de û rewşa jinê di qadên şer û pevçûnan de, kirin yek atolye.

Beşdaran li ser rola jinan di nava hêzên leşkerî û Yekîneyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.

Menal Mihemed: Kongra Star jinên ji hemû pêkhateyan birêxistin kir

Kongra Star karîbû jinên ji hemû pêkhateyan kom bike û jiyana wan birêxistin bike.

Rojhilat Arif: Jineolojî zanistek e ku dikare jiyana jinan baştir bike

Derbarê zanista jin ‘Jineolojî’ de Rohilat Arif axivî û anî ziman ku Jineolojî zanistek e ku dikare jiyana jinan baştir bike û wiha bi lêv kir.

Zanista jinê xizmeta hemû jinan dike û pêdiviya me hemûyan bi vê zanînê heye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaxeke taybet a jineolojiyê, gundekî jinan û navendên lêkolînê yên vê zanistê hene û ji welatên Ewropî û Amerîkaya Latîn re jî vekirîbûneke berfireh heye.

Jineolojî dîtinek nû û rêgezek cihêreng a nîqaşkirina pirsgirêkên civakî yên heyî ye.

Ji aliyekî din, komek jin ji bo şermezarkirina binpêkirinên li ser jinên Filistînî, Kurd, Êzidî û Suryanî çalakiya protestoyê li dar xistin.

Di çalakiyê de banga yekitiya ji bo xizmetkirina doza mafdar a jinan hat kirin û li hemberî polîtîkayên binpêkirina mafên jinan rawestin.

Back to top button