Jinên li Kampa Holê: DAIŞ ji bo tevahî cihanê xeter e divê pêşî lê bê girtin

Jinên Kampa Holê keyfxweşiya xwe ji bo operasyonê anîn ziman û balkişandin ser xeteriya jinên DAIŞ’î: Jinên li kampê dibêjin “DAIŞ dixwaze bi destên jinên li Kampa Holê, xwe bi rêxistin bike. Ev rêxistina terorê ji bo hemû cîhanê xeter e, ji ber vê pêwîst e pêşî lê bê girtin.”

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 14’an de dewam dike.

Hêzên Asayîşê bi daxwiyniyekê ragihand ku di roja 13’an a Operasyonê de25 endamên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bîlançoya roja 13’an a operasyonê eşkere kir ..

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Di roja 13’an a operasyonê de 25 çeteyên din hatin girtin

Di nava wan de 9 jin bûn .

Her wiha 7 konên ku şaneyên DAIŞ’ê ji bo perwerde û îşkencekirinê bi kar dianîn, hatin rakirin.

4 cercûr û cebilxaneyên kalaşnîkovê, 4 çenteyên leşkerî û harddîskek ku çalkirî bûn, hatin desteserkirin.”

Duhjî di lêgerînê de, jineke DAIŞ’î ku zarokan li ser fikra Daiş’ê perwerde dike hat dîtin û girtin.

Operasyon dewam dike .

Û Hêzên Asayîşê ,QSD’ê û YPJ’ê jî li nava kampê di nava lêgerînê de ne .

Hevseroka Kampa Holê, Cîhan Henan derbarê metirsiya xwerêxistinkirina DAIŞ’ê nirxandin kir û got:

DAIŞ dixwaze bi destên jinên li kampa Holê xwe bi rêxistin bike.

Cîhan Henan bi lêv kir ku di kampê de du xet hene, yek a mirovî ye, ya din jî ya terorî ye û got:

Ji ber xetereya DAÎŞ’ê me pêdivî bi operasyoneke wiha dît, ji bo ewlehiya kampê.

Yek ji jinên penaberên Iraqê yên di kampê de dimîne Emîra Ebdulah dibêje:

Divê em li kampê bi çarşefên reş tev bigerin.

Li kampê tiştin diqewime. Lê em nizanin. Ji tirsa em ne dikarin bipirsin ne jî agahiyê bigirin.

Her wiha penabera Iraqî Ilfet Xalid Mûsa anî izman ku dema ew bûyerên li kampê diqewimin dibihîzin, ditirsin û got: Ez di jiyana xwe da cara pêşîn çarşefa reş, li xwe dikim. Zehmet e, lê ji bo em bijîn em mecbûr in.

Jina bi navê Bidûr Xalef a ji bajarê Enbarê yê Iraqê ye ev 4 sal in li kampê dimîne wiha anî ziman:

Em ne DAÎŞ’ê ne jî zilma DAÎŞ’ê dixwazin. Zarokê min nexweş e. Êvarê nexweş bikeve jî, ji ber tirsa li kampê em neçar in heta sibehê li bendê bin ku biçin bijîşk.

Back to top button