Li Til Temirê li dijî êrişan meşek girseyî hate lidarxistin

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk di nava çalakiyan de ne. Îro jî li herêmê gelek çalakî hatin lidarxistin û êriş hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de bang li rêxistinên mirovî û navnetewî hate kirin ku sînorekî ji êrişan re deynin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca têkbirina aramiya li herêmê, têkbirina projeya netewa demokratîk û biratiya gelan dewam dikin.

Gelê herêmê jî li dijî van êrişan bi hêrs e û di nava çalakiyan de ye.

Koordînasyona Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê li dijî êrişên dewleta Tirk meşek girseyî li darxistIn.

Bi sedan welatiyên Til Temirê beşdarî meşê bûn.

Piştî meş veguherî mîtîngê endama Kongra Star Buşra Îsa daxuyanî da.

Buşra Îsa diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên rojane yên li ser herêmê hemû pîvan û nirxên mafên mirovan bin pê dike.

Buşra da zanîn tiştên ku dagirkeriya Tirk dike heman polîtîkayên dewleta Osmanî ne û armanc jê komkujî û qirkirina gelên herêmê ye.

Buşra di dawiyê de bang li Rûsya û Amîrkayê kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku kiryarên hovane li dijî gelên herêmê rawestîne.

Çalakiya Konvedanê ya li ber NYli Qamişlo di roja 27. de dewam dike

Çalakiya konvedanê ya ji aliyê HPC-JIN û Kongra Star li ber NY li Qamişloyê di roja 27’an de bi beşdarîya Endamên HPC’ê yên navçeya Til Koçerê dewam dike.,

Rêveberê HPC’ê yê navçeya Til Koçer Atiya Xidir El-Selmo li bin kon axivî û diyar kir ku Komploya Navnetewî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dike.

Atiya El-Selmo da zanîn ku armanca êrişan têkbirina aramiya li herêmê ye û hêzên navnetewî û herêmî jî şirikê van êrişan e.

El -Selmo di dawiyê diyar kir ku wê hevgirtina xwe li hember van êrişan xurt bikin û rê nedin dagirkeriyek nû.

Rêxistinê jinan ên herêmê li dijî êrişan daxuyanî dan

Li aliyekî din jî Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişên li ser herêmê û armancgirtina navenda perwerdeyê ya zarokan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov û hemû cureyên çekan ên qedexekirî bikartîne, zarok û jinan dikuje û zagonên navneteweyî binpê dike.”

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û hemû aliyên peywendîdar hate kirin ku têkildarî sûcên dewleta Tirk lêpirsînê vekin.

Çalakiya konvedanê ya li Tebqayê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 2. de bidawî bû

Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya rêber Apo li Tebqayê ji aliyê Tevgera Ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatibû destpêkirin di roja 2. de bidawî bû.

Li bin kon bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêver APO bikevin nava tevgerê.

Hat diyar kirin heta azadiya Rêber Apo ewê têkoşîn dewam bike.

Back to top button