Di êrişa hêzên Îranê de kolberê bi navê Şoreş Başbulaxî birîndar bû

Hêzên Îranê li sînorê Bane gule li kolberekê barand di encamê de kolberek bi giranî birîndar bû.

Li gor nûçeya Kolbernews, li ser sînorê Henge Jal a bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê de hêzên dewleta Îranê komek kolber gulebaran kirin.

Di encama gulebarana hêzên Îranê de kolberê bi navê Şoreş Başbulaxî yê ji bajarê Seqizê yê 41 salî ji dest û pişta xwe bi giranî birîndar bû.

Her wiah Şoreş bavê du zarokan e.

Back to top button