KARASU: BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ RÊYA TÊKOŞÎNA AZADÎYA KURDAN DIYAR KIR

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû berxwedana 14 Tîrmehê, dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê nirxand. Mustafa Karasu got: Çawa sala 1998’an de dewleta Tirk û hêzên navneteweyî êrîşî Rêberê me û tevgera me kirin, niha jî dewleta Tirk dixwaze tevgera me tasfiye bike lê berxwerdan û têkoşîna gelê me wê van plana pûç bike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû bû mêvanê bernameya Radyoya Dengê Welat û têkildarî hin mijaran axivî.

Mustafa Karasu diyar kir ku berxwedana 14’ê Tirmehê riya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd diyar kir û wiha got:

Di şexse girtiyên PKK’ê de faşîzma 12’ê Îlonê bi zilim û îşkenceyan xwest hêviya gel di betonên zindanê de bihêle û veşêre.

Di şexsê berxewdêrên 14’ê Tîrmeh de xwestin hêviya azadiyê ya gelê Kurd ji holê bê rakirin û kurd bên qirkirin.

Lê berxwerdêrên 14 Tîrmehê siyaseta dewleta tirk baş analîz kiribûn.

Ji ber wî jî bi coş û morelekî mezin berxwedan û dewleta Tirk a dagirker têk birin.

MUSTEFA KARASU:
DEWLETA TIRK BI ALÎKARIYA HIN HÊZAN, DIXWAZE PKK’Ê TASFIYE BIKE

Mustafa Karasû bal kişand ser armanca qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk û ev tişt anî ziman..

Êrîşên ji Efrînê heta Xakurkê bi hev ve girîdayiye.

Li dijî me komployeke navneteweyî tê kirin.

Çawa ku di sala 1998’an de dewleta Tirk û hêzên navneteweyî êrîşî Rêberê me û tevgera me kirin, niha jî dewleta Tirk dixwaze tevgera me tasfiye bike.

Ji ber vê yekê divê gelê Kurd û dostê wê van êrîşan ji rêzê nebînin.

Divê êrîş bi vî rengî bên fêhmkirin û di vê çarçoveyê de têkoşîn li dijî êrîşan bê kirin.

MUSTEFA KARASU:
DIVÊ CIWAN BI RIHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ BERÊ XWE BIDIN QADÊN AZAD

Endamê Komîteya Rêveber a PKK Mustefa Karasu nirxandinê xwe bi vê bangê dawî kir:

Divê ciwan xeteriya li ser civaka xwe hîs bikin derveyê jiyana azad tu jiyanê layîqê xwe nebînin.

Divê bi rihê 14’ê Tîrmehê di nav tevgera me de cih bigrin û xaka kurdistanê biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button