Partiyên siyasî: Tirkiye dixwaze ji bo tesfiyekirina Rêveberiya Xweser şirîkan ji xwe re çêke

Ji bo nîqaşkirina armancên êriş û gefên dewleta Tirk , xetereyên nêzbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk.
KNK bi koordîneya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebeta diyalogê li Qamişlo li dar xist.

Komxebat bi dirûşma Gefên Tirkiyê û zivirîna erdoganî ber bi Şamê ve, li hola Zana hat li darxistin.

Di komxebatê de, du mijarên sereke hatin nîqaşkirin.

Ya yekê bi navnîşan Bandora nêzbûna tirkî ji Şamê re li ser gelê Sûriyê..

Mijara duyem bi navnîşan alîkarîxwestina Tirkiyê ji Şamê, bandora wê li ser herêmê…

Di komxebatê de Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD’ê Elî Rehmûn axivî û got:

“Niha Tirkiye hewl dide armancên xwe bi rêya stratejiyek nû pêk bîne..

Ew jî hewldana lihevkirina bi rejîma Sûriyê re ye ji bo projeya guhertina demografîk temam bike..”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd jî axivî ..

Çiya Kurd ev yek got :

“Rêveberiya Xweser dê hemû pêdiviyan pêşkêşî gelên herêmê bike..

Divê planeke stratejîk deyne da ku wê yekê li gorî derfetên xwe pêk bîne. “

Back to top button