Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo li navenda Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê ya li Qamişlo, pêşangehek vekir.
Di pêşengehê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdan hene.
Di çarçoveya çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û bîranîna şehîdan yekitiyê pêşangeh vekir.
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star a Qamişlo tev li vekirina pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de 15 tabloyên gelek hunermendên navenda Rûder a Qamişlo hate pêşandan.
Der barê pêşangehê de, endama Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo Nadya Yusif wiha axivî:
“Ji bo bi serokê xwe re azad bijîn, em ê çalakiyên xwe û rêya şehîdan berdewam bikin.”
Di dawiya pêşangehê de pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li beşdaran hatin belavkirin.