Desteya Jinan a herêma Cizîrê navenda “Ehlen Simsim” li Qamişlo vekir

Desteya Jinan a herêma Cizîrê navendeke geşepêdana pêşîn a zaroktiyê bi navê Ehlen Simsim vekir.
Da ku behreyên zarokan û kesayeta wan pêş bixe.
Her wiha malbatên wan di aliyê danûstandina bi zarokan re, zana bike ku bi awayekî rast wan mezin bikin.

Di şahiya vekirinê de endamên Koordînasyona Jinan a Herêma Cizîrê û bi dehan zarok û malbatên wan beşdar bûn.

Di serî de mamosteya navendê, Xezal Enz axivî.

Xezal diyar kir ku armanca me pêşxistina behreyên ziman û mêjî yên zarokan ne.

Her wiha fêrkirina rêbazên danûstandina bi zarokên din re û got:

Ev navend li taxa Qidûr Beg a rojhilatê Qamişlo hatiye vekirin.

Navend dê di perwerdekirina malbatên zarokan de jî rolekê bilîze.

Navend ji du beşan pêk tê.

Beşek ji bo hevalên “Ehlen Simsimê” ku ew ji zarokên 3 heta 8 salî re ye.

Beşa din jî ji bo malbatên ku dixwazin rewşa zarokên xwe bişopînin re ye.

Back to top button