KNK: Divê ev êrişa Xelîfanê ya li dijî Gerîla bê lêkolînkirin

KNK’ê derbarê êrişa li Xefînê ya li dijî koma gerîla ku 5’ê Îlonê pêk hat, daxuyaniyek da. KNK’ê kemîn û êrişa li Xelîfanê ya li dijî gerîla şermezar kir.
Û bang li PDK’ê kir ku gerîlayên birîndar ên di destê wan de, radestî HPG’ê bike. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û banga xwedî derketina li gerîla kir.

5’ê Îlonê li herêma Xelîfa PDK’ê û artêşa Tirk êrişî gerîlayan kirin.

Di êrişa wan de 2 gerîla şehîd bûn, 3 jî bi birîndarî dîl ketin destê PDK’ê de.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo vê mijarê daxuyaniyek da.

KNK’ê destpêka daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

”5’ê Îlonê li Xelfîanê li dola Balîsan, komek gerîla ketin kemînekê.

Tirkiyê bi balafiran êrişî wan kir û têde 2 gerîla şehîd bûn.

Û 3 gerîla jî bi birîndarî ketin destê hêzên PDK’ê.

Li herêmeke ku derveyî herêma şer e, şevek tarî ku gerîla dimeşiyan û diçûn..

Vê demê de balafirên bêmirov çawa dikarin wana tesbît bikin?

Kê ev îstîxbarat da dewleta Tirk. Hêzên PDK’ê li wê derê çi dikir?

Ev hemî cihê pirsê ne.”

KNK: Divê PDK’ê Gerîlayên birîndar radestî HPG’ê bike

Beriya niha HPG’ê bi daxuyaniyekê banga lêkolînê kir û ji PDKê xwest ku gerîlayan radestî wan bikin.

KNK’ê jî destek da vê banga HPG’ê û xwest ku ev bûyer were lêkolînk û PDK’ê gerîlayan radestî HPG’ê bike.

KNK: Hevkariya PDK’ê li gel dijmin ziyanê dighîne xebatên me

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê dawiya daxwiyanê de ev bang kir:

“Em careke din bang li PDK’ê dikin dev ji hevkariya bi dijmin re berde..

Hevkariya we li gel dewleta Tirk ziyaneke gelekî mezin li têkoşîn, xebat û destketiyên me dike.

Çareserî bi hevkariya li gel dijmin nabe û bi tu rengî jî nayê qebûl kirin.”

TAJÊ: Xiyaneta ku PDK’ê 3’ê Tebaxa 2014’an de li Êzîdiyan kir niha li tevahî gelê Kurd dike

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li navenda Şengalê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Siham Dexîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hedefa dewleta Tirk dagir kirina Başûrê Kurdistanê ye û wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ji Nîsana 2021’an ve dest bi êrişên berfireh ên li ser Başûrê Kurdistanê kiriye.

Gerîla bi berxwedan û qehremaniya xwe hebûna gelê Kurd û gelên herêmê li ser vê xakê diparêze.

Lê kengê dewleta Tirk a dagirker têk diçe, PDK dikeve dewrê û êrişî gêrîlayan dike.

Di nava van du salan de 9 gerîlayên ewladên vî gelî bi destê PDK’a xayîn şehîd ketine.

Xiyaneta ku PDK’ê di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li civaka Êzidî kirî, îro heman xiyanetê li gelê Kurd dike.”

Di dawî de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bang li jin, ciwan û gelên Kurdistanê kir ku li dijî vê xiyanetê bêdeng nemînin.

Back to top button