Receb El-Mişrif: Ji sedî 90 amadekariyên dibistanan bi dawî bûye

Ji bo sala nû ya xwendinê hazirtî tên kirin.
Desteya Perwerdeyê ji sedî 90 amadekariyên sala nû bi dawî kirine.
Ji bo pêşwazîkirina 878 hezar xwendekarî jî 4 hezar û 700 dibistan amade ne.

18’ê mehê wê deriyên dibistanan ji xwendekaran re bên vekirin.

Desteya Perwerdeyê ji bo sala nû ya xwendinê jî di nava amadekariyan de ye.

Hevserokê Desteyê, Receb El Mişrif derbarê mijarê de ji ANHA’yê re got:

”Me ji sedî 90 amadekariyên pêşwazîkirina sala nû ya perwerdeyê bi dawî kirine.

Hejmara xwendekarên sala nû ya perwerdeyê 878 hezar e.

Û ji bo perwerdekirina van xwendekaran jî 61 hezar mamoste amade ye.

4 hezar û 700 dibistan jî ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ne.”

Li ser yekbûna cilên xwendekaran jî Receb El Mişrif ev tişt anî ziman:

“Ji bo ku em cilên xwendekaran bikin yek em pir xebitîn û me kir yek.

Ev gavê re wê cudahiya çînî di dibistanên me de ji holê rake.”

Li Helebê dibistanek hat avakirin û yek hat sererastkirin

Di vê navberê de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî amadekarî tên kirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya her du taxan dibistaneke nû li devera Şeqîf ava kir.

Û dibistaneke din jî li taxa Eşrefiyê sererast kir.

Rêvebera komîteyê, Zahîde Reşîd dibêje her du dibistan ji bo qonaxa seretayî ne.

Hêjayî gotinê ye ku 3 dibistan li taxên navborî bernameya Rêveberiya Xweser qebûl dikin.

Back to top button