KONGREYA MECLISA XWESER A ŞENGALÊ BI ENCAMNAMEYÊN PIR GIRÎNG BI DAWÎ BÛ

Li bajaroka Xanesorê bi beşdarbûna 250 delegeyan 3. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi silogana,’Rêxistina civaka Êzidî bingehê jiyana azad û demokratîk e’ hat lidarxistin. Di dawiya kongreyê de gelek biryar hatin girtin yek ji wan: Ji bo vala derxistina polîtîkayên valekirina Şingalê divê Pergala Xweseriya Demokratîk esas were girtin. Her wiha bang li ciwanên Şengalê hat kirin ku vegerin li ser xaka xwe.

Li bajaroka Xanesorê bi beşdarbûna 250 delegeyan 3. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê silogana ”Rêxistina civaka Êzidî bingehê jiyana azad û demokratîk e’ hat lidarxistin.

Di kongreyê de şehîdên 14’ê Tîrmehê û di kesayeta Mam Zekî û pêşengê başûrê Kurdistanê şehîd Diyar Xerîb û tevayî şehîdên tekoşînê hatin bîranîn.

Her wiha rojevên siyasî û rewşa ku Şengal tê re derbas dibe hat nîqaşkirin.

Di dawiya kongreyê de biryarên girîng hatin girtin.

Ji wan:

Ji bo pêşeroj û dahatuya Şengalê divê sîstema Xweseriya Demokratîk esas were girtin.

Ji bo parastina nirxên civaka Êzidî mezinkirin û bi hêz kirina hêzên YBŞ-YJŞ û Asayişa Êzdîxanê.

ji bo vala derxistina polîtîkayên valakirina Şingalê mîsogerkirina vegera gelê Êzdî li ser axa xwe.

Ji bo rakirina tola Keç û Jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê û hevalbendên wan, piştgirî were dayîn ji bo
avakirina dadgeheke navnetewî.

Her wiha di kongreyê de bang li Komara Iraqê hat kirin ku rewşa Şengalê ji nêz ve were şopandin, nirx û destkeftên civaka Êzidiyan ya piştî fermanê bi ked û xebata şehîdan hatîn bi destxistin nas bike.

Her wiha bi awayek fermî îradeya wan ya siyasî û leşkerî nas bike.

Leave a Reply

Back to top button