HPG’ê: Li herêma Metîna 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li Girê Hekarî ya bi ser herêma Metîna li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê diyar kir di encama çalakiyan de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çepereke dagirkeran jî hate rûxandin.

Li herêmên Zap, Xakurkê, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê şerê di navbera Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê û artêşa Tirk ya dagirker de bi dijwarî dewam dike.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 2’ê Îlonê li Girê Amediyê tîmên bi tevger bi çekên giran derb li hêzên dagirker xistin.

6’ê Îlonê tîmên bi tevger li Girê Hekarî li hêzên dagirker xistin. Di encama vê çalakiya bi rêbaza sekvaniyê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

7’ê Îlonê dîsa li Girê Hekarî tîmên bi tevger li çeperên dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de jî 2 dagirker hatin kuştin, çeperek jî hate rûxandin.

Heman rojê li Girê Amediyê û Girê Cûdî jî di encama çalakiyên tîmên bi tevger yên bi çekên giran de derb li hêzên dagirker hate xistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker rojên 7 û 8’ê Îlonê 4 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleer, 24 caran bi helîkopterên êrişê, 4 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obusan qadên berxwedanê yên gerîla hatin bombebarankirin.

Back to top button