Nûnerê DYE yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger li Qamişlo bi nûnerên Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd PYNK’ê re civiyan.
Nûnerê DYE’yê diyar kir ew dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ne û bi aramiya herêmê re ne.
Civîna li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê hate lidarxistin.
Hevseroka PYD`ê Asya Abdullah û endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl pêşwaziya Nicholas Granger kir.
Di civînê de, behsa rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşeroja wê û piştgiriya navneteweyî ya ji van herêman re hate kirin.
Her wiha bal hate kişandin li ser rewşa hesas a herêm tê re derbas dibe û bi taybet êrişên dagirkeriya Tirk ên bi balafirên bêmirov ku fermandarên QSD`ê, siyasetmedar û sivîlan hedef digirin.
Nûnerê DYE’yê jî destnîşan kir ku helwesta wan diyar e û gelek caran gotine ku ew dijî êrişên dewleta Tirk in û bi aramiya herêmê re ne,
Ji ber ku têkbirina ewlehiya van herêman dê bandoreke neyînî li ser tevahiya herêmê bike.