Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Şehîd Zemanî a li Metîna weşand

Gerîlayên HPG’ê di meha Gulanê a derbasbuyî de li herêma Metîna çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker li darxistibûn.
Di vê çalakiyê de 11 leşkerên Tirk hatibûn kuştin û gelek alavên leşkerî jî hatibûn desteser kirin.
Gerlîa TV dîmenê vê çalakiyê weşand.

Di 29’ê Gulanê de dema dagirker xwestin ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî yên girêdayî Girê Hekkarî a Metînayê ve biçin gerîla li wan dabû.

Gerîla TV dîmenê çalakiyê û alavên leşkerî yên hatin desteserkirin weşand.

Di dîmenan de çenteyên piştî, çek, carcûr, elektrîkên destan, dûrbîn û kunyeyên du leşkerên payebilind û gelek tiştin din tê de hene.

Di dîmenan de kunyeya çawişê bi pispor ê serbaz Yûnis Eylîk û çawişê pispor Alî Taşkin (Tûgaya Komandoyê ya Sêrtê) û alavên van leşkeran jî hene.

Gerîlayekî li ser alavên leşkerî diyar dike ku wan wekî du tîman çalakî kirine.

Di çalakiyan de 11 leşkerên Tirk kuştine û çûne ser cenazeyê 9 leşkeran.

Back to top button