Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo di roja 28’an dewam dike

Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê zêde dibin. Îro li gelek deverên herêmê çalakî hatin lidarxsitn û sûc û hovîtiya dewleta Tirk li dijî gelê kurd û hevkariya PDK’ê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li PDK’ê hate kirin ku dest ji hevkarî û xiyanetê berde û cenazeyên gerîlayên şehîd radestî malbatên wan bike.

Gelê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk, bêdengiya hêzên cîhanî û hevkariya PDK’ê bi dijminê gelê kurd re, di nava çalakiyan ne.

Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya NY a bajarê Qamişlo di roja 28’an didome.

Îro endamên Hêzên Parastina Civakî yên navçeya Dirbêsiyê û bi dehan şêniyên Qamişloyê tev li çalakiyê bûn.

Di bin kon de, endamê rêvberiya HPC’ê yê Dirbêsiyê Mihemed Emîn axivî û diyar kir bêdengiya hêzên cîhanê hişt ku dewleta Tirk bi hemû cureyên çekan êrişî gelê herêmê bike û zarok û jinan şehîd bike.

Mihemed Emîn diyar kir ku ewê li dijî êrişan piştgiriya şervanên xwe û parastina axa xwe bikin.

Li bajarê Hesekê êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê hatin şermezarkirin

Li bajarê Hesekê jî dijî êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê meş hat lidarxistin.

Çalakî li çerxereya Kevokê veguherî mêtinê û li wir axaftin hatin kirin.

Di axaftinan hate diyar kirin ku gelê herêmê heta serketinê wê riya şehîdan bişopînin.

Welatiyên navçeya Dirbêsiyê jî bi heman armancê meşek li darxistin.

Piştî meş li qada Azadî veguherî mêtingê rêveberê PYDê ya Dirbêsiyê Mihemed El-Xelef axivî û got:

“Pêkhateyên herêmê bi rêbaza şerê gel ê şoreşgerî dê xiyanet û dagirkeriyê têk bibin.”

Her wiha li navçeya Şedadê jî bi heman armancê gel daketin qadan.

“Divê qada ezmanî ya li herêmê li pêş balafirên şer bê girtin”

Li navçeya Holê jî Kongera Star ûPYD li dijî êrişan û xiyanetê daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniyan de, bang li hêzên navnetewî hate kirin ku dewleta Tirk darizînin û qada ezmanî ya li herêmê li pêş balafirên şer bigirin.

Her wiha piştgiriy bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re hat nîşandan.

“Bila PDK cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike”

Meclisa Malbatên Şehîdan ya li Herêma Şehbayê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Meclisê bang li hêzên kurdistanî kir ku destwerdanê bikin û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk rawestînin.

Her bang li PDK’ê hate kirin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.

Divê kiryarên dewleta Tirk û hevkarên wê bên eşkere kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê jî li qada Şehîd Egîd ya li bajarê Kobanê dijî kiryarên ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî gelê kurd pêk tîne, kon veda.

Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Herêma Firatê li Kobanê dijî îxaneta PDK’ê û dagirkeriyê meşek li darxist.

Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mêtingê.

Li wir Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Hebûn Mihemed axivî û dagirkeriya dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê şermezar kir.

Piştre Xwepêşandêr tev li çalakiya konvedanê bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê, Eyşa Efendî jî daxuyaniyek da û bang li PDK’ê kir ku dest ji xiyaneta li dijî gelê Kurd berde.

Back to top button