Rêveberiya Giştî ya Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yênli ser xwezaya Efrînê şermezar kir.
Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên buroya ekolojiyê li bajarê Reqayê hate xwendin û ev yek hate gotin:
“Li Efrînê zêdetirî 22 milyon darên zeytûnê hene.
Dagirkeriya Tirk ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirê 2 milyon dar birîne.
Di demekê de ku cîhan û NY planên ji bo parastina xweza û ekolojiyê datînin,
dagikeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê daran dibirin, daristanan dişewetînin û li pêşiya çavên cîhanê xwezaya wê wêran dikin.
Zirara ku dagirkeriya Tirk bi xwezaya Efrînê kiriye 50 sal dixwaze ku bê rastkirin.
Em van sûcan şermezar dikin û weke metirsiyekê li ser ekolojiyê li ser asta herêmê û navneteweyî dibînin.
Em bang li rêxisitnên ekolojiyê û yên navneteweyî dikin ku sûcên dagirkeriya Tirk ya li dijî xwezaya Efrînê rawestînin.
Her wiha lêpirsînê bidin destpêkirin û sûcdaran di dadgehên navneteweyî darzînin.