“Divê PDK dest ji hevkariya xwe li gel dewleta Tirk berde”

Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, girtina parlamentera HDP’ê Semra Guzel ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve û êrişa bi xiyaneta PDK’ê ya li dijî herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê, şermezar kir.

Ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK’ê Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Meclisê derbarê destwerdanên dewleta Tirk di Iraqê de û binpêkirina serweriya Iraqê, ev yek got :

“Êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê bi armanca têkbirina PKK ye ..

Dewleta Tirk bi van êrişan nirx û pîvanên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê dike.”

Di daxuyaniyê meclisê bang li PDK’ê kir ku êdî hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re neke..

“Ji ber Semra Guzel nûnertiya gelê Kurd dike hat girtin “

Meclisê di daxuyaniyê de girtina parlamenter Semra Guzel ji aliyê dadgeriya Tirk ve şermezar kir û wiha domand :

“Ji ber ku Semra Guzel Kurd e û nûnertiya vîna gelê Kurd dike, hat girtin.

Ji ber AKP`ê armanc dike dengên muxalefetê bêdeng bike ..

Da ku qanûnên xwe pêk bînin ku li ser gelê Kurd li Tirkiyê xetere ne.”

Back to top button