Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayêbi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşgerî dê bi ser kevin” kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist.
Kongre li hola Mişwar a bajrê bi beşdariyan dehan Malbatên Şehîdan, endamên Meclisa Sivîl a Reqa, Meclisa Leşkerî ya Reqa, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyan destpêkir.
Di destpêka kongreyê de, şêwirmenda Meclisa Sivîl a Reqayê Lala Şîn axivî û got:
“Cenga Reqa bi xwîna ciwanên hemû pêkhateyan û bi fikrê yekîtiya gelan a Rêber Abdullah Ocalan serket.”
Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê Farûq El Maşî axivî û kongre li malbatên şehîdan a Reqa pîrozkir.
Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysel El Salim jî axivî û soza şopandin û berdewamkirina rêya şehîdan ber bi azadiyê ve da.
Kongre bi gûhertina hin biryarên derbarê sazûmaniya meclisê ve bi dawî bû.