Bertekên li dijî êriş û dagirkeriya dewleta tirk berdewam dikin.
Bi armanca protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta çete ya AKP/MHP’a faşîst ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li Almanyayê mîtîngek hate lidarxistin.
Mîtîng li qada Stachûs a Munîhê bi beşdariya dehan Kurdistanî û dostên wan pêk hat.
Di mîtîngê de KON-MED’ê derbarê êrişan de daxuyaniyek da.
KON-MED’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser giringiya xwedî derketina li Şoreşa Rojava û got:
” Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên polîtîk û aborî piştgiriya êrîşên rejîma Erdogan dikin û çavên xwe jê re digirin û dengê xwe nakin.
Divê mirov li dijî êrîşên dagirkeriyê hestyariya xwe li qadan nîşan bide.”
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Erdoganê terorîst, Dewleta Tirk a faşîst, li kurdistanê derkve bi dawî bû.