Cîhan Reşîd: Kuştina zaroka polîtîkayeke taybet ê li dijî herêmê ye

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 rojan de 40 zarok ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ezmanî şehid û birîndar bûn.
Berdevka Tevgera Nûdemê Cîhan Reşîd bal kişand ser armanca van êrişan û got:
” Ev polîtîkayeke taybet e, armanca Tirkiyê ew e, bi kuştina zarok û sivîlan ewlehiya herêma xweser ji holê rake.” 

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûrî sivîlan dike armanc taybet jî zarokan..

Herî dawî, Rêxistina sivîl Save the Children ku navenda wê li Îngilistanê ye, derbarê zarokên di encama êrişên ezmanî de jiyana xwe ji dest dane raporek weşandibû.

Li gorî raporê di 24 rojan de 40 zarok bi êrişên dironan yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kuştin an jî birîndarkirin.

Berdevka Tevgera Nûdemê Cîhan Reşîd ku li ser mafê zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebite, têkildarî binpêkirinên mafên zarokan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Reşîd bilêv kir ku di êrîşên êzmanî yên Tirkiyê de mafê jiyanê yê zarokan bipê dike û
got: ” Dewleta tirk bi van êrişan zarokan ji mafê jiyanê yê zarokan bêpar dihêle.Ev polîtîkayeke taybet a li hemberî herêmê ye. Dewleta tirk dixwaze

Reşîd anî ziman ku Tirkiye bi van êrişan zarokên li herêmên ewle jî hedef girtiye û got:

“Ev polîtîkayeke taybet a li hemberî vê herêmê ye.”

Cîhan Reşîd diyar kir, di şer de jî qanunên ku mafên zarokan diparêzin hene.

Lê di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zarok ji van mafar bêpar mane

Di dewamê de Cihan Reşîd danezana Mafên Zarokan a Cenevreyê ku Tirkiye jî alîgirê wê ye bibîr xist û wiha got:

“Em dibînin ku bê Tirkiye vê danezana ku mafên zarokan diparêze çawa eciqandiye.

Herî dawî yek 14 û yek jê jî 15 salî 2 hatin qetilkirin.

Civaka navneteweyî ji bo van zarokan behsa mekanîzmayeke parastinê nekir.

Armanca Tirkiyê ew e ku bi kuştina zarok û sivîlan ewlehiya herêma xweser ji holê rake.”

Cîhan Reşîd: Divê Tirkiye di qada navdewletî de were darizandin

Di dawiyê de Cîhan Reşîd anî ziman divê dewletên navneteweyî di warê mafên zarokan de berpirsyariya xwe bi cih bînin û got:

“Pêwîst e saziyên navneteweyî li hemberî sûcên Tirkiyê helwestê nîşan bidin.

Ji ber hedefgirtina zarokan divê Tirkiye di dadgehên navneteweyî de bê darizandin. “

Back to top button