Mehmûd Eşmê: Bi vîna xwe ya xurt em ê ax û gelê xwe biparêzin

Fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Şêniyên navçeya Zirganê da zanîn ku ew ê li hember êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin û gotin:
“Dewleta Tirk dixwaze herêmê ji şêniyên wê vala bike da ku qada xwe ya dagirkeriyê fire bike, lê ewê nehêlin ku armancên wî bighên serî.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser herêmê didomînin.

Têkildarî mijarê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Eşmê ji ANHA re axivî.

Mehmûd Eşmê diyar kir ku dewleta tirk dixwaze qada dagirkeriyê firehtir bike û wiha got

“Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide tirsê û xofê bixe dilê şêniyan da ku herêmê vala bike û dagir bike.

Lê em nahêlin dagirkeriya Tirk destê xwe bi herêmên rizgarkirî bike. Ev herêm, bi xwîna şehîdan ji DAIŞ`ê rizgar bû da ku em di nava azadî de û bi rûmet bijîn.”

Di dawiyê de Eşmê tekez kir ku ew xwedî vîneke xurt in, û ewê ax û gelê xwe biparêzin.

Dijwar Kirk: Em soza rizgarkirina herêmên dagirkirî didin

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Dijwar Kirk jî got:

“Em amade ne canê xwe feda bikin da ku ax, rûmeta xwe û gelê xwe di çarçoveya mafê parastina rewa de biparêzin. Em soz didin şehîdên xwe dê têkoşîna wan berdewam bikin heta hemû herêmên dagirkirî tên rizgarkirin.”

Şêniyên Zirgan: Em xaka xwe ji dewleta Tirk re bernadin

Têkildarî heman mijarê Welatiyê bi navê Mihemed Elî El Hemîd ê ji Zirganê jî axivîn.

Mihemed Elî El Hemîd wiha got:

“Bombebarana berdewam a dewleta Tirk a dagirker li ser Zirgan û gundewarên wê bi armanca tirsandina welatiyan û koçberkirina wan ji herêmên wan e.”

Welatiyê bi navê Radî Mihemed jî destnîşan kir ku Tu sûda hêzên garantor ên Rûsiya û Amerîka li welatê me tune ye, hebûn û nebûna wan wek hev e.

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Hîlala Îbrahîm got:

“Em ê derkevin ku derê û bi ku ve biçin? Ev malên me ne, çi dibe bila bibe me ji malên xwe dernakevin.”

Back to top button