QSD: 2 şervanên me yên di pêngavê de birîndar bûbûn şehîd bûn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di şerê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê de şehîd bibûn, eşkere kir û soza tolhildana şehîdan nû kir.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê di roja 16’an de ye.

Pêr dema Hêzên Asayişê di nava lêgerîna taybet a Kampê de bûn, şaneyên Çeteyên Daiş’ê êriş kirin.

Di bersivdana hêzên operasyonê de, çeteyekî ku cilên jinan li xwe kiribû û hewl dabû bireve, hat kuştin.

Her wiha 4 çete hatin girtin.

QSD’ê duh raghand ku di encama vê pevçûnê de 2 şervanên wan jî şehîd bûne.

Îro jî Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya herdû şehîdan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Pêr komeke şaneyên DAIŞ’ê hewl dan ji kampê birevin.

Di wê demê de vê komê êrîşa bi guleyan li hêzên me kirin.

Di encamê de şer û pevçûn derketin û çeteyek hatin kuştin 6 jî hatin girtin.

Her wiha 2 şervanên me bi navê “Cesûr Xebat”, “Udeya Cinêdiya” gihiştine asta şehadetê.

Rêhevalê me yê têkoşer Cûsûr Xebat mînaka hevaltî û dilsoziyê bû.

Li piraniya eniyan li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê û dewleta Tirk şer kir.

Bi hemû dilsozî û dilsoziya xwe erkên xwe bi cih anî.

heta ku tevlî karwanê nemiran bû.

Rêhevalê me Udey Cûneyde jî, têkoşerê wêrekek bû li hemû eniyên têdikoşiya.

Şervanekî bi sekn bû.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelê xwe re dixwazin.

Em peymanê ji şehîdên xwe re nû dikin ku tola wan hilînin.

Berdêla wan çi dibe bila bibe emê doza şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin”.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

  • Nav û Paşnav: Raxib Samir Birxş
  • Navê Tevgerî: Cesûr Xebat
  • Navê Dayikê: Aasya
  • Navê Bav: Samir
  • Cih û dîroka dayikbûnê: Dêra Zorê-1999
  • Cih û dîroka şehadetê: Kampa Holê-8-9-2022

  • Nav û Paşnav: Ehmed Ebas El-Mitêran
  • Navê Tevgerî: Udey Cinêdiya
  • Navê Dayikê: Enûd
  • Navê Bav: Ebas
  • Cih û dîroka dayikbûnê: Qamişlo-1997
  • Cih û dîroka şehadetê: Kampa Holê-8-9-2022
Back to top button