Bi silogana “Saziyên demokratîk bingeha civaka sivîl in” Yekemîn Kongreya Yekîtiya Odeyên Pîşeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî îro li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Di kongreyê de 80 delegeyên pîşeyî, xwediyên şîrket û kargehên li Bakur û Rojhilatê Sûrî û hevseroka TEV-DEM Zelal Ceger beşdar bûn.
Di kongreyê de raporên salane yên Yekîtiya Odeyên Pîşeyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin.
Her wiha xebatên odeyê û pirsgirêkên ku derketine hatin nirxandin.
Tê payîn ku meclisa Odeyên Pîşeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî were hilbijartin.
Her weha wê dawiya kongreyê de daxuyaniyek were dayîn.