Çalakiya konvedanê a li Qamişlo di roja 29. de bi biryardarî dewam dike

Sibê çalakiya konvedanê ya li ber avahiya NY ya li Qamişloyê ku li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk hatiye destpêkiirn meha xwe tijî dike. Lê hê jî bersivek zelal derbarê van êrişên Tirkiyê de nehatiye dayîn. Îro çalakî bi beşdariya endamên HPC’ê yên navçeya Til Hemîsê dewam kir.

Li bin konê çalakiyê daxuyaniyek ji aliyê endamê rêveber ê HPC’ê yê navçeya Til Hemîs Mecdel Cumaa ve hate dayîn.

Mecdel Cumaa êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û armancgirtina malên welatiyan şermezar kir.

Cumaa diyar kir ew ê li dijî êrişan herêmên xwe biparêzin û bang li rêxistinên mafên mirovan û NY kir ku qada ezmanî ya herêmê li hember balafirê dagirkeriya Tirk bigrin.

Back to top button