Li Hesekê bi tevlîbûna bi dehan komên hunerî ên zarokan hate lidarxistin

Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk 7. Mîhrîcana Zarokan li bajarê Hesekê li dar xist.

Mîhrîcan li Navena Xabûr a Çand û Hunerê Bi dirûşma “Azadî bi zarokatiyê dest pê dike” hate lidarxistin.

Bi dehan komên hunerî ên zarokan ên girêdayî kantona Hesekê û navçeyên beşdarî şahiyê bûn.

Her wiha bi sedan zarok û malbatên wan û endamên saziyên sivîl jî amade bûn.

Di mîhrîcanê de sînevîzyonek li ser perwerdeya salê ya zarokên beşdarî mîhrîcanê bûne û wêneyên zarokan hatin pêşandan.

Mîhrîcan bi belavkirina bawername û xelatan, bi dawî bibe.

Back to top button