Anahîta Qesapyan: Piştî komkujiya 107 salan yekîtiya jinên Ermen hat avakirin

Piştî komkujiyê bi 107 salan Yekîtiya Jinên Ermen hat avakirin. Berdevka Yekîtiya Jinên Ermen, Anahîta Qesapyan kongreya Yekîtiya Jinên Ermen ku 30’yê Tebaxê hat lidarxistin û rêxistinbûna wan nirxand. Anahîta dibêje, ji bo ku jinên Ermen heqîqeta xwe bizanin û nas bikin lidarxistina vê kongrê gelekî girîng bû.

Bi dirûşma “Jinên Ermenî li dijî tundî û neheqiyê ye” Yekîtiya Jinên Ermenî piştî qirkirina 107 salan xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kirin: Yekîtiyê Kongreya xwe ya yekemîn di 30’yê Tebaxê de li bajarê Hesekê li dar xistin.

Di kongreyê de gelek xalên girîng û rêxistinbûna jinên ermen hate niqaşkirin.

Derbarê mijarê de, Berdevka Yekîtiya Jinên Ermen Enahît Qasap axivî.

Enahît anî ziman ku da jinên Ermen heqîqeta xw nas bikin wan Kongre li dar xist û got: Li ser Kongreyê me nêzî 80 civîn li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist û di van civînan de hemû jinên Ermen hazir bûn.

Me di van civînan de behsa nasnameya jinan û çawa xwedî lê derkevin û çawa xwedî li heqîqeta xwe derkevin kir.

Enahît Qasap rêveçûyina kongreyê wiha şîrove kir: Tiştê herî girîng û sereke li gel me komkujiya ku li ser me pêk hatiye.

Piştî komkujiya 107 salan ev yekîtî hate avakirin ku yekem care Yekîtiya Jinên Ermen hate avakirin.

Di heman demê de di kongreyê de em çawa parastina nirxên jinên ermen bikin berfireh hat nîqaşkirin.

Berdevka Yekîtiya Jinên Ermen Enahît Qasap di dawiyê de dibêje:

Em jî wek jinên ermen da ku rengê xwe derxînin tevahî cîhanê em ê kar û xebatê bimeşînin.

Divê hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev pêkhateyên xwe hevgirtinekê bike da ku em êrişên dijmin vala derbixînin.

Gelek êrişên qirêj ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser me hate kirin, lê bi destê jinê hatin şikandin û têk çûn.

Back to top button