Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ragihand ku rewşa Aysel Tûglûk girane û ew rakirine nexweşxaneyê.

Nexweşa demansê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin, di saetên serê sibê de rakirin nexweşxaneyê.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de mafê axaftinê girt, diyar kir ku Tuglûk a di demekî nêzîk de bi Coronayê ket û bi ser xwe ve nehat û got: “Îro me Tûglûk şand beşa lezgîn a nexweşxaneyê.

Rewşa neyînî ya ji ber şert û mercên girtîgehê derdikeve holê ku her ku diçe tenduristiya wê xerabtir dike.”

Back to top button