TIRKIYE- QIBRIS ..YEKÎTIYA EWROPAYÊ HEJMAREK CEZA LI TIRKIYÊ DIBIRE

Ji bo kirinên wê yên ne rewa li peravên Qibrisê, Yekîtiya Ewropayê êdî Enqereyê ceza dike.

 

Civîn li ser asta wezîrên derve yên YE li dar ket, tê de hinek rêkar der heqê Tirkiyê de derxistin û hejmareke ceza lê birî.

Cezayên hatin birîn ev in:

– Rawestandina danûstandinên derbarê lihevkirina li ser mijara balafiran.

– Betalkirina civînên siyasî yên payebilind.

– Kêmkirina para darayî ya Tirkiyê re.

Li gorî çavkaniyên Ewropî, wê 145.8 milyon dolar ji sendoqa Ewropî li ser Tirkiyê werin qutkirin.

Tê zanîn ku diviyabû Tirkiye ev pere di 2020’an de standiba.

Her wekî YE bang li banka Ewropî ya veberanînê kir ku mercên fînanskirina Tirkiyê careke din di ber çavan re derbas bike.

Ev civîn piştî Tirkiyê kirinên xwe li beramberî peravên Qibirsê bêhtir kirin, li dar ket.

Lê Tirkiye ev yek ne red kir û got:

Ev biryar bi ti awayî bandorê li kirinên me nake.

Bersiva yekemîn jî ya hevkarê Tirkiyê yê S-400 Rûsya bû,

Rûsya got ew van cezayên yekalî qebûl nakin.

Leave a Reply

Back to top button