Dagirkeran gundên Til Temir, Eyn Îsa û Zirganê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temir Eyn Îsa û Zirganê bi çekên giran topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tewîla yê Asuriyan yê li beramberî rêya M4 bi obîsan topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayşê ragihand ku dewleta Tirk îro di saetên piştî nîvro de gundê El-Xaldiye yê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Di encamê de welatiyê bi navê Beşar Receb El-Nezhan ê 38 salî şehîd bû..

Artêşa Tirk a dagirker danê nîvro jî navenda naçeya Zirgan û gundên Esediye, Niwêhat, Dad Ebdal, Bobê, Xerbet Şeîr, Til Elwerd û Ribêat bi giranî topbaran kirin.

Di encama tobaranê de, du top li navenda navçeya Zirganê ketin.

Dagirkeran vê sibehê jî gundê Şêx Elî yê Til Temirê dan ber topan.

Back to top button