Di pêngavê de ala DAIŞ’ê û gelek cebilxane li kampa Holê hatin desteserkirin

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya Kampa Holê di roja xwe ya 17’an de ye.
Hêzên Asayişê di roja 16’an de gelek cebilxane û ala çeteyên DAIŞ’ê li beşa 3’an desteser kirin.

Di roja 16’an a lêgerînê de, hêzên Asayîşê li beşa 3’an gelek cebilxane dîtin.

Hêzên Ewlekariyê ragihandin ku wan di beşa 3’an de çeka klaşnîkov, 9 cercûr, ala çeteyên DAIŞ`ê, çenteyên leşkerî, hebên ku xwînê disekinîne, derzî, rextê leşkerî, tablet û gelek guleyên klaşnîkov di konekî de, desteser kirin.

Şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê derzî û hebên sekinandina xwînê, dema birîndar dibûn, bi kar dianîn.

Back to top button