Di salvegera 38’emîn Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney li Silêmanî hate bi bîranîn

Li Silêmaniyê Sînemager, Şoreşgrê Kurd Yilmaz Guney di salvegera 38’emîn a koça xwe ya dawîn de bi merasîmeke ku gelek hunermend û sînemakar tev lê bûn, hat bibîranîn.

Di merasîmê de gelek pirtûk û berhemên li ser jiyana Yilmaz Guney hatin nîşandan. Pêşangehek a taybet ya wêneyan hat vekirin.

Sînemager Şiwan Etuf di merasîmê de axivî û got:

“Yilmaz Guney fikir e, siyaset e, sînema ye, xweşikbûn e, ya ji hemûyan giringtir jî ew e ku şerê dagirkeriyê û bidestxitina azadiyê kiriye.

Di rastiyê de; di roja me ya îro de hewcedariya me bi helwesta Yilmaz Guney û karekterên mîna wî heye.”

Sînemager Şiwan Etuf ragihandina Kurdî derbarê neweşandina filmên kurdî û yên şêwazê Yilmaz Gûney rexnekir.

Back to top button