Luqman Ehmê: Divê PDK bûyera êrişa Xelîfanê zelal bike

Hevserokê Partiya Kesek a Demokrat Luqman Ehmê bang li PDK’ê kir ku bûyera li Xelîfanê zelal bike.

Luqman Ehmê li ser siyaseta dewleta Tirk ev tişt got: ”Her kes siyaseta Tirkiyê dizane, êdî eşkere bûye.

Ew dixwaze ku Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike. PDK’ê jî dibe hevkarê vê dewleta dagirker.

Herî dawî jî bi aliya PDK’ê, Tirkiyê 40 baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ava kirin.

Luqman Ehmê balkişand ser bûyera herî dawî a li xelîfanê û şehîdxistina gerîlayan û ev tişt anî ziman:

Ev bûyer cihê fikaran ji me re çêdike. Ji ber vê yekê divê PDK’ê bûyerê lêkolîn bike.

Zelalkirina bûyerê dê rê li ber lihevhatina hêzên kurdistanî veke û rê li ber planên Tirkiyê bigire.”

Back to top button