
Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê didomîne.
Asayîşê eşkere kir ku hêzên wan ên taybet, 2 endamên şaneyên DAIŞ’ê girtin.
Asayîşê derbarê mijarê de daxuyanek li ser malpera xwe belav kir û ev agahî parve kir:
“9’ê Îlonê hêzên me yên taybet li gundên Dêrazorê operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ’ê li dar xist.
Di encama operasyonê de 2 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Alav, çek, belgeyên kaxizî û telefonên destan ên di êrişan de pêk dianîn jî ketin destê asayîşe.
Ev operasyon bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî pêk hat.”
Di dawiyê de Asayîşê piştrast kir ku ew ê rê nadin ti kesî ku aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe.