Kadar Pîrê: Ev lihevkirina Tirkiye û Hikûmeta Şamê wê zirarê bide hemû pêkhateyê Sûriyê

Serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê diyar kir hewildanên lihevkirina di navbera Hikûmeta Şamû û Tirkiyê tê wateya vegera rewşa beriya 2011’an û ev yek wê zirarê bide hemû gelên li Sûrî.
Kadar Pîrê bang li Hikumeta Şamê kir ku ji bo çareseriyê bi Rêveberiya Xweser re diyalogan bike.

Hewildanên lihevkirinê di navbera Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de dewam dike.

Herî dawî îstîxbarata herdûaliyan careke din hatin gel hev, derbarê mijarê de jî Serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê axivî.

Kadar Pîrê destnîşan kir piştî ku dewleta tirk erêkirina dagirkirina herêmên din ên Sûriyê bi dest nexist, bi vê hewldanê dixwaze peyamê bi de hemû aliyan.

Pîrê da zanîn ev peyam bi taybetî ji bo Amerîka û Ewropa ye û wiha got:

“Tirkiyê bi vê peyamê dixwaze bide nîşandan ku heger destûr nedinê dikare aliyê din be.

Her wiha peyameke zelal ji bo Rûsya û Îranê ye jî.”

Kadar Pîrê destnîşan kir ku ev taktîka nû ya Tirkiyê ye da ku daxwazên xwe bi cih bîne û vî beşê demokratîk li vê herêmê wêran bike, heger Kurd be an gelê Sûriyê bi giştî be.

Kadar Pîrê: Ruxmî hewldanên Rûsya dosyayên bi girêk û gelek kelem hene

Di dewamê de Kadar Pîrê bal kişande ser hewldana Rusya ya ji bo lihevanîna Şam û Enqereyê û got:

“Dosyayên di navbera herdu aliyan de gelekî bi girêk in.

Rûsya dixwaze Tirkiyê di dosyaya Sûriyê de razî be.

Berjewendiyên gelê Sûriyê heger Kurd be yan Ereb be ne xema Rûsya ye.

Rûsya dixwaze Tirkiyê dûrî NATO’yê bixe. ”

Kadar Pîrê sûcên dewleta Tirk ên li Sûriyê pêkanîne û hîna pêktîne bi bîr xist û ev bang li hikumeta Şamê kir:

“Divê rejîm baş bifikire, rêya xwe ber bi ya rast ve biguherîne û bi Rêveberiya Xweser re diyalogan bike.

Divê diyalog sûrî-sûrî be.”

Serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Şêwazê vê lihevhatina di navbera Şamê û Tirkiyê de çi be, wê encamên ji bo tevahî gelê Sûriyê bi zerar bin.

Ev lihevhatin tê wateya vegera rewşa beriya 2011’an e. Lê ev yek ne pêkan e.

Back to top button