Sewsen Şoman: Tirkiye ji ramanê azad yê Rêber Apo ditirse

Berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan, Sewsen Şoman û Hevseroka Giştî a DBP’ê Salîha Aydenîz tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO şermezar kirin û diyar kirn ku Tirkiyê ji ramanên azad yê Rêber APO ditirse û hemû beşên civakê jî ji tecrdîê bi bandor dibin. 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de diyar kir ku cezayê muebedê yê giran ê li Ocalan hatiye birîn li dijî wan e.

Û hat pêşniyarkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê, divê guhertinên pêwîst ên qanûnî û pratîkî bi lezgînî ji aliyê Tirkiyê ve bên kirin.

Tirkiyê ev biryar bicihnanî û îtîraf kir ku rêber Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bê par e.

Berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan, Sewsen Şoman diyar kir ku kiryarên heyî hemû peymanên navneteweyî binpê dikin û got:

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de ji mafê wergirtina agahiyan bê par in, serdan qedexe ne, destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.

Sewsen da zanîn ku rejîma Tirk ramanê azad ê rêber Abdullah Ocalan wekî xetereyeke li ser desthilata xwe ya dîktator dibîne, ji ber vê yekê van binpêkirinan li dijî rêber Ocalan dimeşîne û dibêje:

Însiyatîfa Nûn bi hevkariya însiyatîf û rêxistinan hewl dide serdana Konseya Ewropayê bike da ku der barê serbestberdana rêber Ocalan de zextê bike.

Salîha Aydenîz: Hemû beşên civakê ji tecrîdê bi bandor dibin
Hevseroka Giştî a DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku hemû beşên civakê ji tecrîdê bandor dibin.

Salîha destnîşa kir ku li dijî pêşniyarên birêz Abdullah Ocalan ya çareseriyê, tecrîdê giran kirin û dest bi şer kirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê di dawiya axaftina xwe anî ziman ku nêzîkatiya wan ya serîtewandina Semra Guzel re xwestin peyamek bidin Gelê Kurd û got:

Wê rêxistinbûyîna jina kurd dawiya wan bîne.

Pêwîste Gelê Kurd li hemberî van êrişan yekitiyan xwe pêkbîne.

Back to top button