
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyan de 20 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çeperek jî hate rûxandin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dike, derbarê êrişan û çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 7’ê Îlonê li Girê Hekarî ya bi ser herêma Metîna hêzên gerîla bi awayekî koordîneyî li dagirkeran xistin.
Li ser lêdana gerîla dagirker li nava erazî belav bûn û di navbera wan û hêzên me de şerên giran qewimîn.
Di encama çalakiyên hêzên me de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Di vî şerî de hevrêyên me Çayan Goran û Şahîn Bahoz ku derbên giran li dagirkeran xistin, bi lehengî şehîd bûn.
9’ê Îlonê li Girê Cûdî di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê 8’ê Îlonê li Girê Şehîd Munzur ya bi ser Qada Mamreşo bi awayekî koordîneyî li komeke dagirkeran ku hejmara wan 29 kes bûn, hate xistin.
Di çalakiya baskê yekemîn de 4, ya baskê duyemîn de jî 2 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di çalakiya baskê sêyemîn de jî 2 dagirker hatin kuştin û 3 dagirker jî birîndar bûn.
Ev çalakî ji bo tolhildana hevrêyên me yên ku li Girê Sor bi êrişa çekên kîmyewî şehîd bûbûn, hate lidarxistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 9’ê Îlonê li Qada Karker tîmên bi tevger 3 caran bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker xistin.
Di encama van çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê 9’ê Îlonê tîmên bi tevger yên YJA Starê bi çekên giran li hêzên dagirker yên li Qada Şehîd Axîn xistin.
Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin kuştin, 4 dagirker birîndar bûn û çeperek jî hate rûxandin.
HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 23 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 9’ê Îlonê 23 caran bi çekênkîmyewî û bombeyên nukleer, 10 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.