52 Partî û saziyên Kurdan ên li Ewrûpayê derbarê êrişê de daxuyanî dan

52 Partî û saziyên Kurdan ên li Ewropayê derbarê êrişa li Xelîfanê ya ku 5’ê Îlonê li dijî gêrîlayan pêk hatibû daxuyaniyek dan.
Partiyan diyar kirin divê êrişa Xelîfanê were ronîkirin û li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk helwesteke hevpar were nîşandan.

52 Partî û saziyên Kurdan ên li Ewropayê derbarê êrişa 5’ê Îlonê ya li Xelîfanê ku di encamê de 3 gerîla şehîd û 2 gerîla jî bi birîndarî ketin destê PDK’ê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku pilana dewleta Tirk dagirkirina tevahî axa kurdistanê ye û wiha hate gotin:

“Divê li beramberî pilana dewleta Tirk ya dagirker, gel û hemû partiyên Kurdistanê helwestên xwe yên ji bo berjewendiyên netewî derxînin pêş.

Berxwedana gerîla ya li Zap û Metîna jî, berxwedaneke netewî li dijî pilanên dewleta Tirk e, berxwedaneke ji bo parastina destkeftî û pêşeroja gelê Kurd e.

Sazî û partiyên Kurdistanê divê xwedî li vê berxwedanê derkevin.

Lê buyerên dawî weke sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê me dixe nava fikaran. Ev buyer zirarê dide berjewendiyên netewî yên gelê Kurdistanê.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hêzên gêrîla heta niha 3 caran li herêmên di destê hêzên PDK’ê de rastî êrişan hatine û wiha hate gotin:

52 Partî û saziyên Kurdan ên li Ewrûpayê: Divê êrişa Xelîfanê ya li dijî 5 gêrîlayan were zelal kirin

“Li herêmên Başûrê Kurdistanê yên ku dûrî herêmên şerin bi giştî 12 gerîlayên azadiyê şehîd bûne.

Herî dawî jî li Xelîfanê 5 gêrîla rastî êrişan hatin, di wê êrişê de jî 3 gêrîla şehîd 2 gêrîla jî bi birîndarî ketin destê hêzên PDK’ê.

Xuya ye di her sê êrîşan de jî agahî ji herêmê, ji dijmin re hatine dayîn.

Ev her sê bûyer jî li benda zelalkirin û lêkolîneke cidî ne.

Em banga HPG’ê jî ya ji bo ronîkirina bûyera Xelîfanê ya li Geliyê Balîsanê di cîh de dibînin û piştgirî didinê.

Lazime gerîlayên birîndar yên di destê hêzên PDK’ê de, radestî yekîneyên wan bên kirin.

Tevî vê yekê em careke din diyar dikin ku em hemû derdorên ku agahî û alîkariyê didin dijmin şermezar dikin û banga bidawîkirina vê dikin.”

Partî û saziyên Kurdan ên li Ewropayê di dawî de bang li gelê Kurdistanê kirin ku li hember siyasetên dagirker û qirker yên dewleta Tirk bi ruhê yekitiya netewî, berxwedanê bilind bikin.

Back to top button