Charles ê III. Piştî dayîka xwe Elîzabeth a II. Bi fermî bo qiral

Li Brîtanya bi fermî dawî li deshilata 70 salî ya Qiralîçe Elizabeth hat û serdema qiral Charles ê III. despê kir.
Piştî mirina Qiralîçe Elizabeth a II. kurê wî Charles, weke Charles ê III. bi fermî bû qiral.
Merasîma navborî li gorî kevneşopiyên ku bi sedsalan neguherî pêk hat.

Li paytexta Îngilistan îro merasimek girseyî ji bo Qiral Charles pêk hat.

Piştî mirina Elizabeth, kurê wî Charles ê III. bi awayekî fermî bû qiral.

Ji bo vê yekê jî merasîmek girseyî pêk hat.

Di merasîmê de Qiral Charles ê III. axivî û pesnê dilsoziya dayîka xwe ya di karûbarên welat de da.

Charles got:

“Serwerî, domdarî û fedakariya dayika min bê hempa bû.

Dema ku em îro şînê digirin, em spasiya xwe jî ji bo vê jiyana tije bawerî tînin ziman.”

Charles peymana ku wî paşê ragihandî îmze kir.

Kevneşopiya dewirgirtina kursiyê qiraliyetê mîna sedê salan careke din ne hat guhertin.

Qiral Charles ê III. cara yekem serokatî ji Konseya Taybet ya Brîtanya re kirî, weke qiralê fermî hate ragihandin.

Di dîrokê de yekem car ev merasîm bi rêya kanalên çapemeniyê li pêşberî raya giştî hate lidarxistin.

Konseya Tevlêbûnê ji endamên Konseya Tacê, serokwezîrên berê û yên niha, nûnerên dêrê, endamên malbata qral û yên din pêk tê.

Merasîma taca qiraliyetê jî wê di nava mehên pêş de pêk were.

Qiralîçe Elizabeth a II. di sala 1953’an de, 14 meh piştî hatina wê ya ser text, taca qiraliyetê danîbû ser serê xwe.

Elizabeth a II. 8’ê Îlonê di 96 saliya xwe de koça dawî kir.

Merasîma oxirkirinê wê li rûnişgeha wê ya li Skotlandê pêk were.

Piştî rê û resmên li wir wê careke din ji bo veşartinê vegerînin paytexta Îngilistan Londonê.

Back to top button