Artêşa Ukrayan li Xarkovê gelek herêm ji destê Rûsya derxist

Artêşa Rûsya li nava xaka Ukrayna êdî rojên zor û zehmet derbas dike.
Hêzên Ukrayna li herêma Xarkov derbên giran li hêzên Rûsya dan û gelek herêm kontrol kirin.
Berpirsên Rûsya yên li herêmê jî li vê yekê mikur hat.

Artêşa Rûsya piştî şerê ji 24’ê Sibatê li dijî Ukrayna dayî despêkirin ve, niha di nava rojên zehmet de ye.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî ragihand ku zêdetirî 30 wargehên li herêma Xarkovê ya li rojhilatê welêt ji hêzên Rûsyayê hatine paqijkirin.

Rêveberê îdarî yê ji aliyê Moskowê ve ji bo herêma Xarkovê hatî erkdarkirin jî doh di weşana zindî ya televîzyona dewletê ya Rûsyayê de, li têkçûna hêzên xwe yên herêmê mikur hat.

Rêveberê Rûsî piştrast kir ku leşkerên Ukraynayê bi pêşkeftina “gelek tûj û bilez” gelek herêm ji bin kontrola wan derxistiye.

Fermandarê Artêşa Ukrayna Oleksîy Gromov derbarê rewşa dawî ya li herêmê û bi taybetî li Xarkovê de nirxandinan kir û got:

“Yekîneyên me yên leşkerî 50 kîlometre ji xetên dijmin dûr ketin.

Di oparasyonên bibandor de bêtirî 20 herêmên niştecihî hatine kontrolkirin.”

Rûsya hêzek nû a alîkariyê dişîne herêmê

Rêvebirên Rûsyayê daxwaza derxistina sivîlan ji herêma Xarkovê kir û wiha got:

Herêm timî di bin êrişa topbaranê de ye.

Em ji bo wan herêman ji nûve kontrol bikin hêzên nû hatine şandin.

Di nava rojên pêş de wê careke din oparasyon werin despêkirin.”

Ji dema ku Rûsya di meha Sibatê de dest bi êrîşên xwe li ser Ukraynayê kirî û heta niha ji pêncan yekê xaka welat kontrol kiriye.

Di dema ku di medyaya herêmî de nûçe hatin belavkirin ku hêzên Ukraynayê li herêma Xarkovê êrîşî hêzên Rûsyayê dikin, ji rayedarên Ukraynayê derbarê vê yekê de tu daxuyanî nehat dayîn.

Zelensky: Ji herêma Xarkovê agahiyên me yên baş hene

Ji aliyê din ve Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky duh di daxuyaniyekê de ragihandibû ku li herêma Xarkovê hin navçe ji destê hêzên Rûsyayê hatine derxistin û ev tişt anî ziman:

“Vê hefte ji herêma Xarkovê nûçeyên me yên baş hene.”

Wezîra Karê Derve ya Alman Baerbock serdana Kîevê kir

Di demekî ku rewşa li Ukrayna di nava gurbûna şer dewam dike de, Wezîra Karê Derve ya Alman Annalena Baerbock ji nişkave berê xwe da paytexta Ukrayna Kîevê.

Bearbock ya cara duyeme serdana Ukrayan dike de, wê careke din peyama piştevaniya welatê xwe bo Kîevê eşkere bike.

Back to top button